Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Spaha Pasdarana terorîst bi dest hebûna rasterast li êrîşên “El-Fecîre” tawanbar kir

13:38 - 25 Gulan 2019

Kurdistanmedia: “Pentagon”ê Spaha Pasdaran a terorîst bi dest hebûna rasterast li êrîşên li dijî çar gemiyên neftê li berava “Îmaratê” tawanbar kir.

Roja Înê 3`ê Cozerdana 1398`an (24`ê Gulana 2019`an), berpirsekî payebilindê Wezareta Berevaniya Amerîkayê “Pentagon” Spaha Pasdaran a terorîst û girûpên girêdayî bi wê Saziya terorîstî, derheq êrîşên lidijî gemiyên neftê ku li berlêvên ava Îmaratê hatibûne encam dan, tawanbar da zanîn.

“Maykêl Gîldiyî” Birêveberê Stada Havpara Artêşa Amerîkayê, roja Înê di nûçeyekê de wiha ragehand, em Spaha Pasdaran a terorîst berpirsê wê kiryara terorîstî dizan in, û ew çek û teqemeniyên ku di wê êrîşê de hatine bikar anîn, yên Spaha Pasdaran a terorîst in.

Herwisa “Pentagon”ê nûçeya şandina 900 hêzên leşkerî û endazyarî bo bihêzkirina hêzên berevanî û 600 karmend, bo sîstemên pedafendên li dijî mûşekên “patriyot” bo Rojhilata Navîn pişt rast kir.

Roja Yekşemî 22`ê Banemera 1398`an, Wezareta Derve ya Îmaratê da xuyakirin ku, 4 gemiyên bazirganî li nêzîkî berlêvên ava “El-Fecîre” di nav avên navneteweyî yên Behra Omanê, rastî kiryarên terorîstî hatine.

Her di vê derheqê de jî, Wezîrê nefta Erebistanê “Xalid Felah” di daxuyaniyekî de da zanîn ku, 2 gemiyên neftê yên wî welatî li devera taybet ya Îmarata Erebî, rastî kiryarên terorîstî hatine û ew kiryarên terorîstî li nêzîkî berlêvên ava El-Fecîre di demekê de rûdane ku, ew gemiyên neftê ber bi kendavê diçûn.