Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Wezîr û Wezareta Nefta Îranê û hin kes û damezraveyên yên Îranê tehrîm kirin

13:12 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Roja Dûşemî, 26ê Çirriya Pêşîn, Wezareta Xezînedarî ya Amrîka daxuyaniyek derheq tehrîmkirina Wezîr û Wezareta Nefta rejîma Îranê û herwisa tehrîma çendîn kes û damezraveyên girêdayê beşa pîşeya nefta rejîmê bi sedema piştevanî û dabînkirin malî bo terorîzmê belav kir.

Wezareta Xezînedariya Amerîka tehrîma berpirs û damezraveyên girêdayê pîşeya nefta rejîma Îranê bi armanca “Rawestan li hember terorîzm”ê, daye zanîn.

Wezîrê Xezînedarî ya Amerîka, “Steven Mnuchin” li ser wê mijarê ragihand: “Rejîma Îranê ji firotina neftê bo armanca çalakiyên alozker yên Spaha Pasdaran a terorîstî mifah verdigre û piştevanî ji damezraveyên terorîstî û bi pêşxistina bernameya navikî, ji alîkarîdana bo xelkê xwe bo rejîma Îranê girîngtir e”.

Li ser wê mijarê, 11 damezraveyên girêdayê beşa nefta rejîma Îranê wekî: “Wezareta Neft, Kompaniya netewî ya belavkirina berhemên nefta Îranê, Kompaniya netewî ya belavkirin û palavtina nefta Îranê, kompaniya netewî ya endazyarî û bînasazî ya nefta Îranê, Kompaniya hêla borî û muxabirat a nefta Îranê, Palavtingeha Xumêynî a Şazend, Holdîng a Mobîn, Kompaniya “Mobin internnational”, kompaniya “Oman Fuel” ,kompaniya “TRADING “, kompaniya “ATLAS SHIP MANAGEMENT” û kompaniya “ATLANTIC SHIP MANAGEMENT COMPANY" ketine nav listê reş yên tehrîmên Amerîkayê yên li ser rejîma Îranê.

Herwisa “Bîjen Zengene, Viyan Zengene, Elîekber Pûr Îbrahîm, Nesrullah Serdeştî, Elîriza Sedîqabadî, Mesûd Kerbasiyan, Bêhzad Mohemmedî û Mehmûd Medenîpûr” bi lîstê reş yên tehrîmên nû yên Amerîka li ser rejîma Îranê hatine zêdekirin.

Pêka gotina Wezareta Xezînedarî ya Amerîka sedema tehrîma wan damezrave û kesan ew e ku pêka destûra cîbicîkirina jimare 13224 ku bi armanca terhrîmkirina kesan û damezraveyan e ku li dabînkirina çavkaniyên malî bo terorîzmê rol hebûne, ew kes û damezrave li xwe girtine.

Pêka wan tehrîman, darayiya wan damezrave û kesan li Amerêka dê bêne daxistin û kompanî û ticareta rasterast û narasterast ya hevwelatiyên Amerîka digel wan kesan û damezraveyan hatine qedexekirin.