Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Wezîrê Peywendiyan û Teknolojiya Zanyariyan a rejîma Îranê tehrîm kir

22:44 - 22 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê, Wezîrê Peywendiyan û Teknolojiya Zanyariyan a rejîma Îranê, bi rêzbendên tehrîmên xwe zêde kir.

Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê roja Înê 1`ê Sermawez (22`ê Çirriya paşîn) di daxuyaniyekê de ragihand ku, Wezîrê Peywendiyan û Teknolojiya Zanyariyan a rejîma Îranê Mihemedcewad azerî Cehromî, bi sedema sansûr û qutkirina înternetê tehrîm kiriye.

Di wê daxuyaniyê de hatiye, Mihemedcewad azarî Cehromî, endamê berê yê Wezareta rejîma Îranê bûye, ji destpêka hatina ser karê xwe ve û di du salên derbasbûyî de, sedema sansûra tepeseriyê ya înternetê zêde kiriye û herweha di çavdêrîkirin û çavdêriya dijberan de jî role hebûye.

Wezîrê Xezînedarî yê Amerîkayê, “Steven Manuchen”, got: “Rêberên Îranê dizanin ku înternet azad e û cihê destpêragihîştinê ye bo hemûyan, nerewabûna wan eşkere dike, di encamê de, ew bi armanca serkutkirina neraziyên dijî rejîmê, înternetê sansûr dikin.”

Wezîrê Xezînedar yê Amerîkayê daye zanîn ku: “Em Wezîrê Peywendiyan û Teknolojiya Zanyariyan a rejîma Îranê, bi sedema sînordarkirina înternetê, tevî bernamên peyamdar yên ku alîkariyê dike ku, deha milyon kesên Îranî digel hev û digel cîhanê pêwendiyên wan hebe, tehrîm dikin.”