Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayî bernameyên nû bo pêşîgirtin ji gefên rejîma Îranê hene

12:10 - 29 Adar 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî di gotûbêjekê de got Amerîkayî pîlanên mezin bo pêşîgirtin ji gefên rejîma Îranê hene.

li gorî raporên belavbûyî, roja Pênçşemî 8`ê Xakelêweyê(28`ê Adarê) “Mik Pompeo” Wezîr Karê Derve yê Amerîkayî di gotûbêja derheq fikr û ramanên 2019`an digel Navenda “National Review” de got, ku rejîma Îsalmî a Îranê  mezintirîn gefe li ser aramî û ewlehiya deverê, û Wezareta Karê Derve a Amerîkayî jî bo kêmkirina hêza vê rejîmê bo afirandina alozî û arîşeyan di deverê de, bernemeyên mezin bi alîkariya Wezareta Xezînedarî û herwisa Wezareta Berevaniyî a wî welatî rêkxistine.

Herwisa navbirî got, rejîma Îslamî a Îranê, bi piştevanîkirin ji girûpên wekî “Husiyên Yemen, milîşên Şî`e meseb li Îraq, Hizbulaha Lubnan, û dewtela Sûriyê, û aloziyên zêde yên li Sûriyê rûl hebûye, û navbirî got Amerîkayî bi darêtina bernemeyên wiha, hewl dide da ku bandora kiryarên rejîma Îranê bi guhere.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî derheq kirîza mirovî li Yemenê de got, di demekê de Erebistan û Yekîtiya Erebî, alîkariyên mirovî yên zêde ji xelkê Yemenê re şandine, lê, rejîma Îslamî a Îranê bi piştevanîkirina ji Husiyan, tu rûlek di gihandin û dana  alîkariyên mirovî tune bûye.

herwisa wî berpirsî Amerîkayî, rejîma Îslamî bi vê yekê tawanbarkir ku, ev rejîma  bi cihê ku digel nûnerê taybet yê Saziya Navneteweyî li gotûbêjên Yemenê  alîkarî be, lê berewajî, mûşkan ji girûpa Husiyên Yemenê re dide,  da ku li dijî Erebistanê bikar bînin.

Amerîka, Îsra`îl û hin welatên Rojihlata Navîn, rejîma Îranê bi destêverdan di karûbarên welatan û herwisa têkdana ewlehiya deverê de tawanbar dikin.