Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka, Brîtanya û Îsraîl: Rejîma Sûriyê çekên kîmyayî bikar tine

16:10 - 26 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Amrîka, Brîtanya û Îsraîl dibêjin, Sûriyê vê dawiyê di şerê li dijî hêzên opozîsyonê de çekên kîmyayî û bi taybet gaza bi navê “Sarîn” (gaza ku Sedam Husên li dijî gelê kurd li Helebce û deverên din ên başûrê Kurdistanê bikar anî) bikar aniye.

Li gorî nûçeya BBC, Koşka Spî duh di daxuyaniyekê de ragihand, li gorî hinek belge û vekolînên ku ji aliyê saziyên sîxurî yên Amrîka ve hatiye kirin, rejîma Sûriyê li dijî hêzên opozîsyonê çekên kîmyayî bikar aniye.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Lê pêwîstiya serokê Amerîka Barack Obama bi belge û agahiyên zêdetir û biewletir e da ku biryarên pêwîst derheqê vê babetê de bê girtin.”

Li gorî daxuyaniyê, rejîma Sûriyê zêdetir gaza bi navê “Sarîn” bikar aniye. Tê zanîn Sedam Husên jî gaza Sarîn li dijî gelê kurd li Helebce û deverên din ên başûrê Kurdistanê û beşek ji rojhilatê Kurdistanê bikar anîbû.

Wezareta derve ya Brîtanya jî ragihand, li gorî hinek belege tê dîtin ku rejîma Sûriyê di şerê li dijî opozîsyonê de çekên kîmyayî bi taybet gaza Sarîn bikar aniye.

Îsraîl jî vê yekê piştrast kir û ragihand, di encama lêkolînan de derketiye ku rejîma Beşa Esed “bi awayekî kêm be jî” çekên kîmyayî bi taybet gaza Sarîn li dijî opozîsyonê bikar aniye.

Ji aliyekî din rejîma Sûriyê vê yekê bitundî red dike û opozîsyonê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dike.

Herî dawî, li taxa şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê ku piraniya xelkê wê taxê kurd in, çekên kîmyayî li dijî kurdên wir hat bikaranîn û di encamê de hinek çend kes mirin ku li nav wan de zarok û jin jî hebûn.

Gaza Sarîn destpêkê li ser sîstema mêjî karîger dibe û mirov felc dike û paşê dikuje.