Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka: Firotina Zêr bi Îranê qedexe ye

15:36 - 16 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hikûmate Amrîkayê di reşnûsekê de ragehand, Firotina Zêr bi Îranê qedexe ye, herweha du kompanya li “Dubeyî” bi sûça alîkarî kirina rejîma Îranê xiste naw lîsta dorpêçan de.

Li gor dawî yasaya ku ji aliyê amîkayê hat pesendkirin di meha “Hezîran”ê ve tu welatek nikarê pêywendiya kirîn û firoştina zêr li gel Îranê hebe.

Li gor vê yasayê her welatek wê biryarê binpê bike dikeve nav lîsta gemroyên Amrîkayê.

Her divê pêywendiyê de hikumeta Amrîkayê du kompanya “Elhelal û Elfeda” di Dubyî yî bi sûça pêywendiya bazerganî li gel rejîma Îranê xiste nav lîsta dorpêçan.

Nûçegehaniya Almanê bilav kir, Dêywîd Kohin, Cêgirê Wezîrê Darayî yê Amrîkayê ragehand, ew dorpêçên ku xistine ser Îranê karigerî xwe hebiy û astengî bo rêkirin û firotina petrola wî rejîmî çêkiriye.

Çand roj berî niha 5 sinatorên Amrîkayê li gelaleyekê de pîşniyar kirin û hisabên bankî yê rejîma Îranê ku ji dahata “Erz”ê ve çavkanî girtiye û li dereveyî Îranê ne, bên bilok kirin.

Eger bêt û ew gelalene ji aliyê Barak Obama serkomarê welatên yekbûyî ve bê wajo kirin, bankên nawendiyên rejîma Îranê idî nikarin destpêgehîştina wan bi hisabên bankiyên dereveyî Îranê hebin.