Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka: Kongre tevî gelaleya rêkara leşkerî bi dijî Sûriyê raziye

21:00 - 1 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Berpirsên Koşka Sipî a Amîrkayê ragihand, kongra wî welatî li gel êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê dijayetî nake.


Piştî ewê ku Barak Obama serokê Amrîkayê ragihand ku dawîn biryara êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê bi destê kongra Amîkayê ye, karbidestên Koşka Sipî li ser wê bawerê ne ku kongre dijayetiya vê gelalê nake.
Obama roja şemî 31’ê Tebaxa 2013’an ragihand, hikûmeta Amrîkayê biryara ewê daye ku êrîşa leşkerî bikete ser Sûriyê û gotibû hiviya biryara kongra Amrîkayê me.
Di gelaleya leşkerî a Amrîkayê tû dem û zemanek bi heceta êrîş bo ser Sûriyê nehatiye diyarîkirin, lê Obama û Koşka sipî bi tewahî rizayeta xwe bo êrîşa ser Sûriyê ragihandine.
Her di vê pêwendiyê de “Dêvîd Kamiron” Serok Wezîrê Birîtanyayê, “Wîlyam Hîg” wezîrê derev yê Birîtanyayê û “Firansiwa Oland” serkomarê Feransê axavtinên Barak Obama tekez kirine.
Ji aliyek din ve nûçegihaniya Rotêrz bilav kir, heyamê du rojane balafirên şer yên Amrîka li nêzîk sînorê esmanê Sûriyê mijûlî geryanê ne.