Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka: Rejîma Îranê piştevaniya rejîma Sûriyê dike

14:35 - 5 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Can Kirî wezîrê dereve yê Amrîkayê ragehand, rejîma Îranê û Hizbulla bi berdewamî piştevaniyên serekî bûne bo rejîma Beşar Esed.

Kirî got: Seba piştevaniyên rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê û astengiyên Amrîka û Rûsiye di vê pêywendiyê de, egera vê heye konfiransa Jinêv a 2 birêve neçe.

Wezîrê derve yê Amrîkayê herweha got: Rejîma Beşar Esed bi alîkariya rejîma Îranê û Hizbullahê kariye ser kar bimîne.

Lurd Fyîbus wezîrê derve yê Feransê serbarî ev ku Îran bi dijî aştiyê hesibandiye herwusa eva jî gotibû: Welatê vî li gel beşdariya rejîma Îranê di vê konfiransê de dijayetî heye.

Welatê Rûsiyê yek ji van welatane ye ku zaf pêdeçûn dike heya ku rejîma Îranê di vê konfiransa aştî a Sûriyê pişikdarî be.

Fayîbus li ser vî bawerê ye, eger rejîma Îranê aştiya Sûriyê bo girîng ba, hêzên çedarê xwe rênedikire vî welatî bi heceta tepesekirina naraziyên Sûrî.