![](/weney-mallperr/4515.jpg)
Kurdistanmedia: Amrîka û Yekitiya Ewropa piştgirî dan biryara PKKê ya vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyê û wek gavek erênî nirxandin.
Berdevkê wezareta derve ya Amrîka “Patrick Ventrell”, li ser biryara PKKê ya vekişandina hêzên xwe ji nav Tirkiyê de ji rojnamevanan re ragihand, Washington vê yekê erênî dibîne û wiha axivî:
“Ev, gavek e ji bo bidawîkirina tundiya ku zêdetirî 30 sal e didome. Hikûmeta Turkiyê û hemû aliyên pêwendîdar ji bo aştiyeke mayînde gavên wêrek avêtine û em vê yekê erênî dibînin. Amerîka dê li ser piştgiriya xwe ji bo pêşxistina demokrasî û jiyana welatiyan li Turkiyê berdewam be.”
Yekitiya Ewropa jî piştgirî da biryara vekişîna hêzên PKKê ji Turkiyê û ragihand, ev biryara gavek nû ji bo bidawîkirina şerê çekdariyê û dabînkirina maf û pêşxistina aştiyê li Turkiyê ye.
Roja pêçşem 25’ê Nîsan a 2013’an di civîneke çapemeniyê de Mûrad Qereyîlan de li devera Qendîl li Herêma Kurdistanê ragihand, dê ji roja 8ê Gulana îsal ve dest bi vekişandina hêzên xwe ji nav Tirkiyê bikin.
Biryara vekişîna PKKê ji Turkiyê li ser daxwaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat dayîn.