Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Andris Uyistrbirî”: “Nabe welatê Sûîdê çiyê din li hember kiryarên rejîma Îranê li derheq Kurdan bêdeng bimîne”

11:46 - 20 Îlon 2021

“Andris Uyistrbirî” Endamê Parleman û Endamê Komîsiyona Siyaseta Derve a Parlemana Sûîdê, piştî vê ku heftiyek berî niha digel nûnerên Hizbê li “Stukhulm”ê civîn kiribû, duh nameye li derheq rewşa Rojhilatê Kurdistanê bo Wezareta Derve ya welatê Sûîdê nivîsî û tevî piştevanîkirin li Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz kiriye “nabe welatê Sûîdê çiyê din li hember kiryarên rejîma Îranê li derheq Kurdan bêdeng bimîne”.

“Andris” di nameya xwe de daye zanîn, “tevî vê ku rejîma Îranê zêdetirîn givaş xistiye ser Kurdên Rojhilatê, li derveyê welat jî kesên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê ên wekî Dr. “Qasimlo, Dr. Şerefkendî” û sedan kesên din ji rêya terorê ve ji nav biriye”.

Navbirî di berdewamiya nameya xwe de behsa wan êrîşên vê dawiyê bo ser balafirxaneya Hewlêrê kiriye û ev li ser vê bawerê ye ku rejîma Îran di wan êrîşane de dest hebûye û armanca wê têkdana asayişa Herêma Kurdistanê ye.

Di dawiyê de bo “An Lînd” Wezîrê Derve ê Sûîdê nivîsiye: “Gotinek Kurdan heye ku dibêjin bilî çiyayan me ti hevalek din nîne. Ez di vir nde daxwazê li te yê rêzdar dikim ku piştevaniyê li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û daxwazên wan ên rewa bike ku Kurdan bilî çiya dostek din jî hene”.