Wezîrê dervê yê Amerîka“Antony Blinken” û Wezîrê Berevaniya Berîtaniyayê “Ben Wallace” di civîna Şêwreya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî de ku bi awayê “Online” hatibû lidarxistin, careke din li ser rola rejîma Îranê li êrîşakirina li ser belema “Mercer Street”ê tekezî kirin û ragihandin ku dibe “Tehran” di wî warî de bersivê bide.
Pêka rapora nûçegihaniya Feranseyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” di wê civînê de ku roja 18ê Gelawêjê hatibû li darxistin, li derheq ewlehiya deryayan gotibû : “Ti hêcete bo êrîşkirin li ser wê gemiyê tinîne û ew êrîşe beşek ji êrîş û fitneyan e û bikerên wê êrîşê dê bêne sizadan.
Navbirî ew cure êrîşane bi gef bo ser canê mirovan, azadiya deriyavanî û bazirganiy deryayî binav kir û got: “Ew kesên ku di wî karê de dest hebin dibê bersivê bidinn hekî ne yê bêne sizadan.
Herwisa Wezîrê Dervê yê Berîaniyayê “Ben Wallace” di wê civîna Şêwreya Ewlehiyê de êrîşa Reîma Îranê bo ser gemiya “ Mercer Street” bi binpêkarina yasayên navnetewî û deryavaniyê binav kir.
Roja Pêncşemî 7ê Gelawjê gemiyeye bazirganiya Îsraîlê di avên deryaya Ereb de bû armanca êrîşên balafirên bêpîlot û di encama de du kes ji karmendên wê belemê hatinbûne kuştin.