Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arîşeyên kêmbûna ava wexwarinê li Bokanê û bersiv nedana kerbidestên rejîm

18:37 - 30 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Nêzîkî 10 sale bajarê Bokanê pirsgirika kêmbûna avê hene, li hinek heyvan de, nebûna ava hevce bo wexwarinê û qutbûna car caran ya avê, jiyana akinciyên vî bajarî tûşî arîşeyan kiriye.
Malpera Ziryan bilav kir, di piraniya rojê de ava bajarê Bokanê qut dibe û pirsgirike çendîn sale ku akinciyên vî bajarî heye û ew nebûna avê jiyana xelkê tal kiriye.
Akinciyên bajarê Bokanê narizayetiya xwe ji hemberî xemsariya berpirsan ji bo çareserîkirina kêşa kêmiya avê ragihandin, lê berpirsên rejîma Îslamiya Îranê tu pingavek bo çareseriya kêmiya avê nehavêştine.
Akinciyên bajarê Bokanê li ser vê bawerê ne, jiyan cihê ku pêş bikeve, paş dikeve û a niha xelkê vî bajarî tankêrên avê kirîne û weke salên paşîn avê embarî dikin. Cihên bilind ên bajar jî seba fişara kêmiya avê, jiyana xelkê tûşî arîşe û pirsgirikan kiriye.