Sipêdeha roja Duşemî 6ê Befranbarê, hevdem digel gehiştina tîma danûstankarên rejîma Îranê bo bajarê “Viyen”ê Wezîrê Derve yê Îranê “Husênemîr Ebdulahiyan” ragihandiye armanca serekeye Îranê li beşdarî kirin di gera nû a danûstanan de, gehişrin bi rêkeftinekêye ku Îran bikarê bi awayekê azadane “Neft”ê bifiroşe.
“Emîr Ebdulahiyan” gotiye: “giringtirîn piris ku divê em li ser vê rêkbikevîn ewe ku nefta Îranê bi hêsanî û bi bê ti berbestekê bê firotin û bikarîn perê wê bi awayê dirav bikeve ser hisaba bankên Îranê.”
Pêka gotinên çavedêrên siyasî, aboriya Îranê bi tewawî herifiye û karbidestên rejîmê bo derbasbûn ji wê arîşê hemû hewla xwe dane da ku bikarin bi rêkevtin li ser firotina azadane yê nefta Îranê parek ji kêmiya budceya Îranê tejî bikin, herwisa bi firotina nefta Îranê li ser siyaseta piştevaniya malî bo terotîzmê berdewam bin û ewlehî û asayîşa deverê carek din têk bidin.