Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Azad li ser rêya Efrînê 700 Kurd revandin

16:10 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmeida: Çekdarên Artêşa Azad li ser rêya bajarên Heleb û Efrînê zêdetirî 700 welatiyên sivîl ên kurd revandin, her wiha hejmarek wesayît jî desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) de cih girtiye, çavkaniyeke ku nêzika Artêşa Azad a Suriyê ye, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re ragihandiye ku, komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad a Suriyê, li ser rêya Heleb û Efrînê, nêzika 700 welatiyên Kurd revandine.

Koma çekdar, dest dane ser wesaîtên Kurdan û wesaîtên wan birine Şaredariya Dartizeyê.

Kurdên ku hatine revandin jî, li gorî ragihandina heman çavkaniyê, birine herêma Marêiya a Helebê ku wira di bin kontrola Tugaya El-Tewhîd de ye.

700 Kurdên ku ji aliyê AA\'yê ve hatine revandin, tî û bircî hatine hîştin. Kurd, li jêrzemîna avahiyekê têne girtin û bi êşkenceya çekdarên AA\'yê re rû bi rû mane.

Hêzên çekdar, li ser rêya Efrînê noqteyên kontrolê ava kirine û Kurdên ku bi wesaîtên sotemeniyê vedigerine bajêr şûnda têne vegerandin.