Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arteşa Beşar Esed bajarê îstratîjîkiya Qesrê bi tememî ji hêzên Artêşa Azad sitandin

21:26 - 5 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Di encama pevçûnên dijwar a şerê navbera rejîma Sûriyê û Arteşa Azad, Arteşa Azad mecbûr bû bajarê îstiratîjîkiya Qesrê vala bikin.
Hêzên rejîma Esed diyar kir ku ew a niha bajarê Qesêr ku ser sînorê Lubnanê û Sûriyê ye û cihekê xwe ya îstratîjî heye, bi tememî ji hêzên Artêşa Azad paqij kirine.

Di encama pevçûnên dijwar ku li bajarê Qesêr a Humsê de di nava hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Artêşa Azad ku ev demeke di rojevê de ye û hate gotin ku Hizbullaha Lubnanê jî bi hemû hêza xwe ketiye pevçûnên Qesêr de. Derbarê Pevçûnên li Qesêr Telefzyona Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Sûriyê bajarê Qesêr bi tememî ji çekdarên opozsyonê paqij kiriye.

Di vê pêwendiyê de nûçegehaniya Hawar bilav kir, li aliyeke din jî Artêşa Azad jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bajêr vekişiyan û da zanîn ku çekdarên wan xwe ji bajêr vekeşandine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hezaran çekdarên Hizbullaha Lubnanê û hêzên rejîmê ketine bajêr de.

Telfizyona Sûriyê ragehand qiyaseke zaf ji hêzên Arteşa Azad hatine kuştin û birîndarkirin û hinek ji van xwe dane dest.

Bajarê Qesrê dikeve 10 kîlomêtiya Lubnanê.