Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Esed Cardin Komkujî Kir:72 kuştî

19:03 - 28 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Êriş kirina artişa Beşar Esed li ser gundê “El Melikiyeyê”a Sûriyê, li encam de 72 kes hatin kuştin
Hat angaşt kirin ku hêzên artişa rejîma Sûriyê li gundekî 72 kes kuştine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê ”SNHR” ragihand, ku leşkerên Esed li gundê “El Melikiyeyê” ku rojavaya bajaroka “Sufeyr”a Halebê cih digire, 72 kes ku di navber de jin û zarok jî hene dardekiriye.
Konseya Şoreş a Giştî ya Suriyê”SRGC” jî, eşkere kir: Ji yên hatî dardekirin, nasnameya 49 kesan diyar e,23 kes jî ji ber ku cesedên wan hemî hatine sotin, nasnameya wan nediyar e.
Komiteya Kordînasyona Herêmî ya Suriyê jî nûçe esehkir û ragihand ku 10 malbat tev dardekirine.