Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arteşa Ordun: “Hêzên girêdayî rejîma Îranê li sînorên me şer difiroşin me”

17:51 - 24 Gulan 2022

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Ordunê “Mistefa El-Heyarî” ragihand: “Em li ser sînorên xwe rastî şerekî hatine ku, ji aliyê milîş û saziyên girêdayî rejîma Îranê ve tên rêberî kirin”.

 “Mistefa El-Heyarî” di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku: “Ew milîsên girêdayî rejîma Îranê pir metirsîdar in çimkû, ewlehiya neteweya Ordunê kirine armancên êrîşên xwe”.

Gotinên Berdevkê Arteşa Ordunê di halekê de ne ku, Ordunê rojek berî ragihandibû ku li nûtirîn şer û pevçûnên dinavbera wan û qaçaxçiyên madeyên hişber li ser sînorê wî welatî de, 4 kes ji wan qaçaxçiyan hatine kuştin.

Piştî belavbûna nûçeya kuştina wan qaçaxçiyan, Çavedêrê Mafê Mirovî li Sûriyayê ragihand: “Yek ji wan kesên hatî kuştin serpelê vê girûpê bûye ku, peywendî digel Hizbullaha Lubnanê habû.