Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asayî kirina rewşa kar û wekirina Bazarê di Îranê de, bûye cihê nîgeraniyê

13:10 - 18 Nîsan 2020

Di demekê de ku hela rojane bi hegera Korona yê sedan kes di Îranê de canê xwe ji dest didin û gorî amarê xudî rejîmê Hezaran kes rojane tûşî wê Vîrûsê dibin, rejîmê qedexeya hatin û çunê rakiriye, û çuna ser kar asayî kiriye, vê yekê jî gelek xelk nîgeran kiriye.

Rejîm dixaze bi rakirina qedexeya hatin û çunê, zêdetir xelk tûşî rojreşî û malvêraniyê bibe û amara tûşbûn û mirina bi hegera Korona yê, zêde bibe, bi curekê ku xelk li ber xisara vî derdî, hertim li istirês û nîgeraniyê de bin, çunke rejîm hêminî û silametiya xelkê bi qazancê xwe nizane.

Hevdem rejîm li Media û ragihandinên xwe de û di ragihandina rojane ya amara Korona yê ji aliyê wezareta Tendirusiyê ve, cehdê dike ku amara tûş bûn û miriyan kêm bike.

Bo mînak yê ji endamên Şêvra Bajarê Tehranê dibêje ev amarên ku bi fermî têne ragihandin dûrin ji rastiyê û renge ewa tenê amara bajarê tehranê be.

Rejîm bo evê kû amaran kêm bike û wisa bide xûya kirin ku li konterola Korona yê de serkevtî bûye, ewa 4 roje ku amara pitir ji 10 Parêzgehan ji amara giştiye Îranê hezif kiriye.

Parêzgehên Sine û Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê ji wan Parêzgehên hezif kirîne ku ewa 4 roje rejîmê amara wan hezif kiriye, ewa jî di demekê deye ku di heyamê wan 4 rojan de 12 kes li Urmiyê û 5 kes li Parêzgeha Sinê canê xwe ji dest dane.