Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aştiya xelkê Kurdistanê bi sirûştê re berdewam e

15:46 - 30 Gulan 2015

Kurdistan Media: Alîgirek jîngeh parêziyê yê xelkê Serdeştê, piştî salek ji xwedîkirin û pêregihîştina bi 58 kewan, li nav surûştê de hatin serbest berdan.

Li gor rapora Kurdistan Medai, di pêla nû ya aştiya hevwelatiyan bi sirûştê re, alîgirek jîngehparêz yê xelkê Serdeştê bi nave “Îdrîs Elîzade”, 58 kewên xwe piştî salek xwedîkirin û çareser kirina azarên wan, li nav surûştê de hatin serbest berdan.
Ew hevwelatiyê Kurd, Kewên ku ji nêçîvanan kirîbûn, piştî salek pêragihîştin û çareserkirina azarên wan li surûştê de azad kirin.
Her wiha li çend rojên borî de, hejmarek ji nêçîrvanên çiyayê Şaho ku sere çend salan bû ku mijûlê nêçîra kewan bûn, 18 kewên nêçîrkirî azad kirin.
Pêla aştiya bi surûştê re li hin bajar û deverên Kurdistana Îranê de ji aliyê “Ehmed Ezîzî” nêçîrvanê xelkê gûndê “Derekê” ya devera hewramanê ve dest pêkir.

Piştre nêçîrvanên Kurd li hemû parêzgehên Kurdistanê de bi şikandina Rekeh û azadkirina Kewan Ii nav sirûştê de, bi xweza û sirûşta Kurdistanê re aştî kirin.

Di wê heyama çend salên borî de, hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhilatê de bi şikandina çekên nêçîrê, paqjikirin û parastina jîngehê, aştiya bi jîngehê re dest pêkirine.