Pirsgirêka bê avî, hemû Kurdistan û Îran girtiye û 21 gundên devera “Xelîfan” yên bajarê Mihabadê ava vexwarinê nînin û ava wan hatiye cîrebendîkirin.
Xelkê gundê devera “Xelîfan” a bajarê Mihabadê çend sal e ku bê av in û eva jî rewşa jiyana wan pir dijwar kiriye û çendîn caran ji aliyê rejîma û îdareyên pêwendîdar ve daxwaza ava vexwarinê kirine û heta niha ava wan 21 gundan bi awayekî cîrebendî hewil dane dabîn bikin.
Eva jî di demekê de ye ku ava vexwarinê bo kêmiya baran û hişkbûna kanî û çeman vedigere.
Salên derbasbûyî jî ava vexwarina 7 gundên bajarê “Mihabad”ê herwisa cîrebendî kiribûn û ev pirsgirêka tenê taybet bi îsal nîne.