Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava çemê Eres bi hinceta rizgarkirina gola Urmiyê bona cotkariyê tê bikaranîn

16:13 - 23 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li gor çavkaniyên herêmî ji Urmiyê, ji sedî 70`ê ava gola Urmiyê kêm bûye û gol bi mirina yekcarî nêzîk dibe.
Berpirsyarekî Komara Îslamî li Urmiyê eşkere kir, ava çemê Eresê ku biryar bû bona rizgarkirina gola Urmiyê bê kişandin, niha bo cotkariyê tê bikaranîn û nagihîje golê.
Rêveberê Giştî yê Jîngehparêziya parêzgeha Urmiyê, Hesen Ebasnejad, di daxuyaniyenekê de ligel Nûçegihaniya ISNA, eşkere kir ku hinek kes bi behaneya rizgarkirina gola Urmiyê, ava ku ji çemê Eresê tê anîn, bona cotkariyê û karên pêşesazî û .. bikar tînin û tekez dike, ger gola Urmiyê zuwa bibe, êdî erd bo cotkariyê li hawîrdorê namîne.
Ebasnejad diyar kiriye ku niha tenê yek ji sêyê çargoşeya vê golê maye û ger ev yek jî nemîne, xwêyê ku ji erdê zuwabûyî radibe, jîngeh û jiyana çendîn parêzgehên derdorê ligel metirsiyên micid rûbirû dike.
Navborî dibêje heta niha 24 proje bo rizgarkirina gola Urmiyê hatine pejirandin, lê hêj di qonaxa encamdanê de ne û bi tevahî nehatine cîbicîkirin.
Ev daxuyanî di demekê de tên ragehandin, çend roj berî niha nûnerên bajarê Urmiyê li Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê, rexneyên tund ji karbidestên dewletê girtine ku hemû gotinên derbarê gola Urmiyê gotegot in û çi sozek dayî nehatiye cîbicîkirin!
Ji ber bilindbûna pileya germayê di demsala havînê de, ava golê her diçe sortir dibe. Gelekî pisporên jîngehê ji kişandina ava çemê Eresê bo gola Urmiyê nigeran in û weke projeyeke bê feyde bona gola Urmiyê temaşe dikin.

Projeya han ku meha borî hat destpêkirin, ava vê li bajarên Colfa û Sofiyan li parêzgeha Tebrêzê bo cotkariyê tê bikaranîn. Biryara bû 300 milyon metra mukeeb di salê de av ji çemê Eresê bo nav gola Urmiyê were anîn. Ji aliyekî din dewleta Azerbaycanê jî nerazî ye bona vê projeyê û karbidestên Azerbaycanê ragehandine, pêwîst e dewleta Îranê ligel wan ravêj û hevahengiyê bike da ku ev proje bandorên neyênî neke ser jîngeha çemê Eresê.
Hikûmeta Ehmedînejad di dawiya temenê hikûmeta xwe de, deyneke zêde ji Banka Cîhanî wergirtiye bona encamdana projeya rizgarkirina gola Urmiyê ji nemanê, lê heta niha ev proje tenê ser kaxizê mane û tu nehatiye warê cîbicîkirinê!
Hevwelatiyên sivîl li parêzgehên Urmiye û Tebrêzê nigeranê zuwabûna gola Urmiyê ne ku ji sedî 70`ê wê hêdî hêdî hişk dibe, xelk li hemberî xemsariya dewleta Îranê nerazî ye û di wan çend salên dawî de, meşên sivîl ên hevwelatiyan di van du parêzgehên derdora golê, ligel serkut û qirkirina hêzên leşkerî û ewlekarî yên Komara Îslamî rûbirû bûye.

CAPK