Avakirina nexweşxaneya “Lîkek” li parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê, piştî 7 salan hêj bi dawî nehatiye û sozên berpirsên rejîmê di wê derheqê de çewt bûne.
7 salan berî niha, nexweşxaneya “Lîkek” li bajarê “Behme`î” li parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê li ser erdek bi berpaniya 4 hezar metrên 2cî, hate avakirin û tevî hewcehiya lezgîn ya xelkê hejarê deverê bo mifahvergirtin ji wê nexweşxaneyê, hêj çêkirina wê nexweşxaneyê bi dawî nehatiye.
Xelkê bajarê “Behme`î” bi sedema nebûna nexweşnayê neçar dimînin serdana bajarên din bikin û bi sedema xercê zêde û rêyên metirsîdar ên wê deverê rastî pirsgirêkên dijwar tên û bajarên ciranên bajarê “Behme`î” yê jî pirsgirêka nebûn an kêmbûna nexweşxaneyan hene û xelk neçar mane bo çareseriya pizîşkî, serdana bajarên dûrtir û bajarên mezin bikin.
Rejîma Îranê ti girîngiyek bi pirsgirêkên xelkê bi taybet xelkê hejar nade.