Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Averoya bajarê Rêjav pirsgirêkeke mezin li pey xwe ve aniye

12:06 - 10 Çirriya pêşîn 2020

Pirsgirêka avero di bajarê Rêjav a girêdayê parêzgeha Kirmaşanê de, bûye pirsgirêkekî micid ku heya niha ti bernameyek bona kontrolkirina avên averoyan di wî bajarî de bi serastî nehatine cîbicîkirin.

Roja Şemî, 10ê Çirriya Pêşîn, Cihgira Çavderî û Parastin ya Îdareya Parastina Jîngeha Kirmaşanê, “Azer Welîzade” di hevpeyvineke xwe de ragihandiye: “Tev avên avero yên “mirovî” li nav bajarê Rêjavê, ji kanalên servekirî re derbas dibin û di encamê de tevlî avên çem dibin ku dibe sedema levitîna ava çem”.

“Azer Welîzade” tevî îşarekirin bi krîza averoya bajarê Rêjavê ragihand ku, “em dibe bernameyekê bona kontrolkirina averoya wî bajarî danên”.

Wê berpirsa rejîma Îranê, sedema bingehîn ya pirsgirêka averoya bajarê Rêjavê bi erdên kevirî daye zanîn û herwisa gotiye: “Lêdana bîr bo averoya destavan jî di wî bajarî de ti îmkanek nîne”.

Herwisa “Azer Welîzade” ragihand ku pirsgirêka avero di Rîjavê de li rewşa guherîn bi navenda kirîzê ye û di dema baranan de, tev avên wan averoyan serêjê nav hewş û malên xelkê dibin.

Bajarê Rêjavê yek ji bajarên herî xweş di demsala germayê de ye ku tevî kêş û hewayekî paqij û hênik, bajarekî geştiyariyê ye û hebûna pirsgirêka avero derbeke giran bi pîşeya geştiyarî di wî bajarî de dide.