Fermandeyê Stada Erteşa Îsraîlê “Aviv Kochavi” ragihandiye ku ertêşa Îsraîlê bi lezgînî xwe bo encamdana operasiyonan li navxweyê Îranê amade dike.
Fermandeyê Stada Erteşa Îsraîlê “Aviv Kochavi” di roja Duşemî, 4ê Meha Nîsanê di rêûresma nasandina fermandeyên nû yê Hêza Esmaniya Îsraîlê de ragihand: “Operasiyon bi tekezî li ser operasiyonên esmanî,şerê li navbenda şer, operasiyon di xeleka duyem û amadekarî li dijî Îranê bi lezgînî têne kirin”.
Herwisa “Aviv Kochavi” got: “Hêza esmanî bi şêwazek bê mînak, mijûlê zêdekirin û berfirehtirkiriya teknolojiya corên alavên esmanî û cebilxaneyê ye.”
Rejîma Îranê silogana jinavbirîna Îsraîlê dide û berpirsên payebilindên Îranê gefa jinavbirîna Îsraîlê dixwin.
Bernameya navkiya rejîma Îranê ku bi armanca berhemanîna çeka navkî ye, gefek mezin li ser ewlehîya welatên cîhanê bi taybet Îsraîlê ye û Îsraêlê bi rohnî ragihandiye ku derfetê bi Îranê re nade ku çeka navkî berhem bîne û navendên navkiyên rejîma Îranê çendîn caran rastî teqîn û êrîşên saybêrî hatine.