Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azad Kurdî: Xebat bona zindîkirina û pêşvebirina zimanê Kurdî erkeke neteweyî û stratejîk e û divê statuya kurdan biguhere heta zimanê Kurdî jî bibe zimaneke cîhanî.

21:24 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Hevpeyvîn: Îdrîs Stwet


Tu çawa pênaseya ziman dikî?

Bi nerîna min, ziman faktereke bingehîn a jiyan û nasnameya her gelekê ye. Alava herî giring û bi bandor a peywendiyan e ku pêvajoya jiyanê hêsan kiriye.

Nêrîna te li ser zimanê kurdî çi ye û tu îro rojê çawan zimanê kurdî dinirxînî?

Zimanê Kurdî yek ji wan zimanan e, ji ber sedemên siyasî û rewşa taybet a jiyana Kurdan, derfeta pêşketinê bi qasê pêdivî nebûye. Zimanê Kurdî di warê zanistî de xwedî hemû fakterên zimaneke standard e, lê heta niha jî derfeta jiyan û pêşketina normal nebûye. Zimaneke zengîn û xweser e. Li Kurdistana Başûr zêdeyî 100 sal e ku zimanê Kurdî tê xwendin û nivîsîn, lewra ji xeynî Başûr zimanê Kurdî hêj bi awayê pêwîst pêş neketiye û jiyaneke normal nake. Lê ligel hemû astengiyên siyasî, li parçeyên din ên Kurdistanê jî û li derveyî sînorên Kurdistanê, zimanzan û welatparêzên kurd zimanê Kurdî ji neman û ji navçûnê rizgar kirine. Lê ev yek têr nake, bona vê ku zimanek pêş bikeve divê bê xwendin û nivîsîn. Xala giringtir ev e ku hemû takekes di civakê de pê re biaxivin, bixwînin û binivîsin. Ger weke xebata rizgarîxwaziya kurd tenê hêviya komeke biçûk ji civakê bibe, wê demê baş pêş nakeve.

Dibe zimanê kurdî çi taybetmendî hebe?


Ji xwe min got: Zimanê Kurdî xwedî fakterên zimaneke kemilî û standard e. Lê ji aliyekî din jî, çend alfebayî û çend zaravbûn hinek bingehên zimanê Kurdî lawaz kiriye. Bi awaykê ku niha beşek ji kurdan nikarin ji beşa din fêm bike yan nivîs û berhemên wan bixwîne. Pirsa pirrzaravayiyê dikare bê çareserkirin, lê astenga mezin 2 alfabeyiya zimanê Kurdî ye ku kesayetiyeke ecêb dide zimanê Kurdî. Divê zimanzan û zimanperwerên kurd û navendên akademîk tedbîrekê bona vê pirsgirêkê peyda bikin û êdî pêvajoya niha zêde dom neke. Ji ber ku hewildanên heta niha zanistî nebûne û bêhtir demargirane bûne, û pirsgirêka alfabeya Kurdî nehatiye çareserkirin.

Keko zaf ziman di cîhanê de hene û ji ber bikar neanîna hin zimanan, her sal zaf ziman ji nav diçin, gelo zimanê Kurdî kariye xwe bigehîne asta zimanên cîhanî?

Hêj gellek maye zimanê Kurdî bigihîje sêwiya zimaneke cîhanî. Berî her tiştî pêwîste kurdan dewlet hebe, wê demê otumatîk zimanê Kurdî dibe navneteweyî. Ji xeynî vê yekê ji sedî 85’ê Kurdan heta niha jî nikarin zimanê Kurdî bikar bînin, tenê li Kurdistana Başûr ev azadî heye. lewra xebat bona zindîkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî erkeke neteweyî û stratejîk e û divê statuya kurdan biguhere heta zimanê Kurdî jî bibe zimaneke cîhanî.

Bi hizra te bandora zimanevanên kurd li ser geşekirina zimanê kurdî baş bûye yan ne? 

Bêguman hebûye. Hekî ne eva niha jî heye, qet nedibû. Ji berê heta niha erkê parastina zimanê Kurdî zêde ser milê zimanzan, wêjavan û nivîskaran bûye, ne hemû civakê.

Zimanî kurdî heya çi qasî pêka zimanên cîhanî ber bi pêş ve çûye?

Ew rewşa asîmilasyon û siyaseta tunekirin û astengên ser zimanê Kurdî hebûye, hekî ser her gel û neteweyeke din hebûya, bêguman niha sedî sed ji me xerabtir dibû. Her eva ku zimanê kurdî ji nav neçûye û jiyanê dike, gaveke mezin e. Hêj gellek dem û derfet pêdivî ye heta em bigîjin sêwiya zimaneke cîhanî. Lê zimanê Kurdî ev potansiyel heye, ger akademîsyen û zimanzan û dezgehên biryarder van derfetan bi başî veguhezînin.

Tu li ser vê baweriyêyî ku îro rojê kirîz li ser zimanê kurdî heye? heke heye rêçare ci ne?

Ez ne bawer im ku zimanê Kurdî di nav kirîzekê de dijî. Lê xwedî derd û pirsgirêk e. Bi taybet pirsgirêka alfabeyê, di navbera alfabeya Erebî û Latînî de. Çareserî jî mantalîteyek zanistî û berçavgirtina fakterên îro yên proseya cîhanîbûnê ne. hekî kirîza alfabeyê bê çareserkirin, nîva lawazî û pirsgirêkên zimanê Kurdî çareser dibin.

Te çi gotinek bo zimanê kurdî û xwendevanên Agirî heye?

Spas û serkevtinê ji hemûyan re, rica min ev e malbatên kurd bibin xwendingehên Kurdî û zarokên xwe bi xwendin û nivîsîna Kurdî perwerde bikin.