Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azar û ezyeta kolberên Kurd li Newsûdê berdewame

15:06 - 24 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Êrîş bo ser kolberên Kurd li sînorên Newsûdê, kuştin û zewtkirina barhigiran berdewame.

Li gor nûçeya Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê li cihekê bi navê Kutiye Qelaga helkevtî li sînorê Newsûdê li parêzgeha Kirmanşanê, êrîş kirine ser kolberan û serbarî bêrêzî û eziyetkirinê, 4 barhilgir kuştin.

Çavkaniyeke hayîdar bi peyamnêr Kurdistanmedia ragihand: Hêzên rejîm di wê êrşa bo ser kolberan de 8 ser barhilgir û 12 barhilgir dest bi ser de girtin.

Di vê pêwendiyê de û her di vê rojê de li sînorên Newsûdê hemwelatiyek xelkê gundê Teşar bi navê “Neîm” bi gumana barhilgirtina kelûpelên qaçax ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve hat girtin.