Roja Şemî 15`ê Kanûna Paşîn, Ajansa Ewlekariya Xwarinê ya Komara Azerbayîcanê ragihand, ku barên mezin yên bîberan ku ji Îranê ve derbasî welat bûne tev hilgirê vaîrûsa metrsîdar ya “çirmisîna qehweyî ya Ruguzê” ne.
Pêka vê rapora Ajansa Ewlekariya Xwarinê ya Azerbayîcana Bakur, kompaniya bi navê “Palin” ya Azerbayîcanê bi awayekî xweser 11 ton bîberên hilgirê vaîrûsa “Ruguz” ku ji Îranê ve hinaredeyê nav bazarên wî welatî bibû, tev wan bîberan ji nav dibe.
Herwisa di heyamên borî de jî, welatên weke, Rûsiyayê barên mezin yên bîberan, û welatên Asyaya Navendî ên weke Hindûstanê barên sêvik û kêviyan ku ji aliyê Îranê ve derbasî bazaran bibûn ji ber hebûna vîrûsên metrsîdar bi ser Îranê de zivirandibûn.
Di dawiya meha Kanûnê de jî, welatê Qeterê 588 darên xurmayê ku di navçeya başûrê Îranê bo wî welatî hatibûne hinardekirin, dubare li ser Îranê de zivirandibûn.
Mehdî Husênî Yezdî, Serokê Encûmena Hawirdekarê “sehm û kud”, di hevpêyvîna digel rojnameya Hemşehrî de gotiye: Ji sedî 23 semên ku di hûndrê welat de tên bikaranîn metrsîdar in û piraniya wan semên çandiniyê ji Çînê hindardeyê Îranê tên kirin.