
Li dermanxaneyên bajarê “Qurwe”, derman peyda nabin û xelkê wî bajarî û nexweş bona dabînkirina dermanên xwe yên herî asayî dibe serdana bajarên din bikin û dermanên ku peyda dibin jî nirxekî bilind hene û xelkê şiyana kirîna dermanên wiha nînin.
Li beşek ji dermanxeyên bajarê “Qurwê”, xelk bona vergirtina dermanan di sefên çend demjimêrî yên dirêj de radiwestin û nexweşxaneyên wî bajarî ji dana derman bo nexweşan re xwe diparêzin û dibe nexweş heyamekî zêde çavrêya wan dermanan bin.
Herwisa li kilînîka “xwîndan” a “Şerîf Ava” ya bajarê Sinê, bê ti ceribandinkariyeke pizîşkî xwînê ji xelkê verdigrin û emrazên hewce bo wan kesên ku bona dana xwînê serdana wî cihî dikin, bi wan re nadin.
Xelkê bajarê Sinê li hemberê wê pirsgirêkê nerizayetiyên xwe nîşan dane ku ti alavekî taybet bi dana xwîn di wir de tinînin û vergirtina xwîn ji xelkê bê berçavgirtina yasayên tenduristiyê têne encam dan.
Berpirsên wê kilînîkê bi xelkê re gotine: “Me ti emraz û alavên pizîşkî yên wiha tinînin”.