Cîgirê Serokê Amerîkayê, Jêy Dî Vance, piştî 21 saetan danûstandinên dijwar li bajarê Îslamabadê yê Pakistanê, ragihand ku Amerîka û Îranê negihiştine tu lihevkirinekê. Vance diyar kir ku şanda Amerîkî bi destê vala vedigere Washingtonê, ji ber ku Tehranê nepejirand ku şertên wan qebûl bike.
Vance di axaftina xwe de bal kişand ser "hêlên sor" ên Amerîkayê û got: "Armanca me ya sereke bidestxistina pabendiyeke mayînde bû ku Îran nebe xwediyê çeka navokî. Her çend navend û binkeyên wan ên berê hatine rûxandin jî, me di nêrîna wan de dilsoziyeke demdirêj nedît." Wî her wiha destnîşan kir ku ev encam ji bo Îranê "nûçeyeke xerabtir e" û Amerîka di daxwazên xwe de gelek "nêrm û bi niyeta baş" tevgeriyaye.
Di nava danûstandinan de, Vance bi berdewamî bi serok û tîma ewlehiya neteweyî (wekî Marco Rubio û Pete Hegseth) re di pêwendiyê de bûye. Wî di dawiyê de ragihand ku dema ku tîma Amerîkî amadekariya derketina ji Pakistanê dikir, wan "pêşniyara herî dawî û herî baş" pêşkêşî Îranê kiriye û niha li benda bersivê ne,.