Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qalîbaf: "Niha dor ya Amerîkayê ye ku baweriya me bi dest bixe"

14:34 - 12 Nîsan 2026

Serokê Meclisa rêjîma Îranê û serokê şandeya danûstandkar a Îranê li Pakistanê, Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî ku cîgirê Donald Trump ragihandibû ku danûstandine bêencam mane, yekem daxuyaniya xwe da, Qalîbaf diyar kir ku Îranê bi dîplomasiya bihêz daxwazên xwe anîne zimên.

​Qalîbaf got: "Amerîkayê mentiq û prensîbên me fêm kirin, Niha wextê wê ye ku biryarê bide ka dikare baweriya me bi dest bixe yan na."

​Wî bal kişand ser dîroka peywendiyan û got: "Beriya danûstandinan min tekez kiribû ku îradeya me heye, lê ji ber ezmûnên du şerên berê, baweriya me bi aliyê din nayê."

​Serokê Meclisê destnîşan kir ku Tehran "dîplomasiya îqtîdarê" wekî rêyeke din ligel têkoşîna leşkerî ji bo bidestxistina mafên xelkê Îranê dibîne.

​Sedemên sereke yên nakokiyan çi ne?

​Li gorî nûçeya malpera Axios ku ji zarê çavkaniyeke agahdarî ve hatiye veguhestin, sedemên bingehîn ên ku nehiştine li Îslamabadê lihevkirin pêk bê ev in:

​Tenga Hurmiz: Tekeziya Îranê li ser kontrolkirina Tenga Hurmizê.

​Oraniyom: Redkirina Îranê ya ji bo destberdandina ji binkên xwe yên ku oraniyom dewlemen dkirî.

​Ji van daxuyaniyan wisa diyar dibe ku tevî dijwariyan jî, Tehran hîn dosyaya danûstandinê bi Amerîkayê re bi temamî negirtiye û derî ji bo pêvajoyên nû vekirî hîştiye.