Roja 22ê Xakelêweya 1405ê rojî, şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku ji Baha Îbrahîmî, Aso Ezîzî, Hisam Destpîş û Saman Elewî pêk hatibû, li bajarê Brukselê beşdarî merasîma rêzlêgirtina Dr. Xusrew Ebdulahî, endamê berê yê rêberiya PDKÎ bûn.
Merasîm bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin li giyanê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Piştre kurtefîlmek li ser jiyan û xebata Dr. Ebdulahî hate nîşandan.
Di beşa duyem a merasîmê de, çendîn partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û her wiha çendîn kesayetên siyasî û akademîsyen beşdar bûn û peyamên xwe yên rêzlêgirtinê pêşkêş kirin.
Beşa sêyem hatibû terxankirin bo kesayetên siyasî û akademîk ên ku bi rêya vîdyoyê peyamên xwe amade kiribûn û peyamên wan hatin weşandin.
Piştî vê beşê, peyama malbata Dr. Xusrew Ebdulahî ji aliyê Erdalan Ebdulahî ve hate xwendin.
Di dawiyê de, xelata rêzlêgirtinê ji aliyê komîteya amadekar ve pêşkêşî Dr. Xusrew Ebdulahî hate kirin û deste gul a rêzlêgirtinê jî ji aliyê şandeya Hizba Demokrat ve pêşkêşî wî hate kirin.