Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyaho dibêje: Îran çiyê din binkeyeke çalak a meyandina Oraniyomê nîne

14:17 - 12 Nîsan 2026

Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, şeva Şemî 22ê Xakelêwê ragehand, di encama êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê, bernameya etomî û mûşekiya Komara Îslamî ya Îranê gelek lawaz bûye, û çiyê din tu binkeyek çalak a meyandina oraniyomê li ber dest wê rêjîmê de nîne.

Li gorî vê gotinê, di van êrîşan de beşeke berçav navendên berhemanîna mûşekî ên Îranê hatine jinav birin, herçend Tehran heya niha xwediyê mûşek û kogayên zêde ye ku şiyana wan li kêmbûnê de ye.

Netenyaho herwisa got Elî Xamineyî piştî şerê 12 roje bernameyên serbazî li binkeyên binerdê pêşxistiye, bi awayekî ku bombhawêjên B2 jî nekarin bigehnê.

Netenyaho bi amajedan bi Lubnanê got ku gotobêjên egerî ên aştiyê wê mercdar bin bi çekkirina Hizbûllahê.

Hevdem pevçonên li başûrê Lubnanê berdewam in û amarek sebaret bi kuştina kesên medenî hatine belavkirin ku bi awayekî serbixwe nehatine piştrast kirin.