Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pakîstanê Piştî Têkçûna Hevdîtinan Banga Berdewamiya Agirbestê Kir

16:57 - 12 Nîsan 2026

Piştî bidawîbûna bêencam a hevdîtinên navbera Amerîka û Komara Îslamî li Îslamabadê, Îshaq Dar, Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê, daxwaz ji her du aliyan kir ku tevî bi dest nexistina rêkeftinê, pabendî agirbestê bimînin.

​Îshaq Dar bi weşandina peyamekê di tora civakî ya X (Twitter) de, hevdîtinên 21 saetî yên navbera Tehran û Washingtonê wekî "bi hêz û avaker" wesif kir û tekezî li ser pêwîstiya parastina wê helwêsta erênî kir ku di dema gotûbêjan de çêbibû.

​Navborî daxwaz ji aliyan kir ku bi armanca gihîştina bi "aştî û aramiyê" li herêmê, li ser rêka dîplomasiyê berdewam bin û xwe ji her cure pêngaveke serbazî dijî hevdu dûr bixin.

​Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê di berdewamiyê de zelal kir: "Gelek girîng e ku alî li ser pabendbûna xwe ya bi agirbestê berdewam bin." Her wiha rola Îslamabadê di vê pêvajoyê de bi berçav zanî û ragihand ku Pakîstan dê li ser hewildanên xwe yên ji bo hêsankirina diyaloga navbera Îran û Amerîkayê berdewam be.