
Bajarê Sayînqelayê mîna bajarên din yên Rojhelatê Kurdistanê ji îmkanatên pizîşkî bêpar e, û xelk ji dest bê îmakanatiyan de dinalin û naçar in bo hewcehiyên xwe yên tendurstî rû li bajarên din bikin.
Pêka gotina welatiyên bajarê Sayînqelayê, bê îmkanatî û nêbûna emrazên pizîşkî astengî bo jiyana xelkê wî bajarî çêkiriye û ew neçar in bo girtina “wêneyê diranan û Sonogirafiyê” rû li bajarê Miyandûavê bikin.
Herwisa wan welatiyan gazinde kirine û gotine, “di rewşa xirab a Koronayê de ew neçar in çendîn demjmêran li navendên pizîşkî yên Miyandûavê de bisekînin da ku karê wan bê cîbicîkirin”.
Rejîm ti girîngiyekê nade bajarên Rojhilatê Kurdistanê û wan bajaran li derfetên kar, kompanî, navendên pizîşkî û…hwd, bêpar dêhle.