Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Sine û Dêgulanê di rewşeke ewlehî de ne

20:39 - 2 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Bajarên Sine û Dêgulan a parêzgeha Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine ewlehîkirin.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li tax û kolanên bajarên Dêgulan û Sinê hêzên Întizamî bi berdewamî mêjûlê geryan û haleta amadebaşiye bi van re diyare.

Ev hêzên han rojane bi heceta bêhicabî şêwaza berkirina cil (Kinc), keç û kurê ev du bajarane xistin jêr givaşan û ber çavê xelkê lêpirsînê ji van dikin.

Hemwelatiyekî bajarê Sinê li ser vî bawerê bû, ev karê hêzên rejîmê pitir bi mebesta tirsandina xelkê û bereberê hilbijartinê ye.

Ji aliyê din ve li bajarên Dêgulanê û Sinê sureta Înternetê kêmkirine û bikarhêner li gel astengiyeke micid berbirû bûne.

Her di vê pêywendiyê de li hemû kafînêtan jî hêzên rejîma daxwaza pênasê ji bikarhênera dikin.