Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Tehran jî tevlî baykotkirina şanoya hilbijartin bû/ Li Kirmanşanê çalakî domdikin + Wêne

03:36 - 12 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li çedîn cihên bajarê Tehranê tirak û posterên baykotkirina hilbijartina û wêneya Dr. Qasimlo hat bilavkirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li çendîn cihên bajarê Tehranê CD yên taybet bi gotinên binirxên şehîd Dr. Qasimlo hat bilavkirin û her divê pêwendiyê de hejmarek tirak û posterên taybet bi tehrîmkirina hilbijartinan xistine nav malan de.

Her divê pêwendiyê de bi rêkirina mesajan daxwaz ji xelkê kirin ku li hibijartinan de beşdar nekin.

Ev cihên ku li bajarê Tehranê çalakî têde birêve çûne pêk hatiye ji: Şeqama Fatimî, Şarêyana risalet, Pira seîd Xendan, şeqama Debistan, derdora Wezareta derive, şeqama Xumêynî, baxa Milî, Heraset, devrubera ferheng û îrşad, meyîdana Arjantîn, şeqama Elvend, şeqama birmek, meyîdana 15’ê Xurdad, derdora perwerde û hînkirin, şeqama Sê Tîr, şeqama Pastor, şeqama kora diyarkirina berjewendiyên nîzam, şeqama Mîrdamad, şeqama petrula Şumlî, şeqama pasdaran û şeqama Beharistan.

Her divê pêwendiyê de Endam û alîgirên Partiya Democrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Kirmanşanê bi berdewamî mêjûlê birêve birana çalakiyên teblîxî bi hinceta tehrîmkirina şanoya hilbijartinê ne.

Şeva duşemî berwar 10’ê Hezîran a 2013’an, li piraniya tax û şeqamên vî bajarî deruşm û tirak hat bilavkirin.
Deruşm pêk hatiye ji: Agirê tola Nîkmerd koşka zordariyê dişevatîne, Kirmanşan û Kurdistan deng nadin rejîmê, xelkê Yarsan teslîm nabe û rêya Dr. Qasimlo dirêje heye.