Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Bokan, Şino û Ciwanro yê bi wêneyên Dr. Qasimlo hatine xemilandin

17:30 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2020

 “Pêşmergeyên Bajar” li bajarên “Bokan, Şino û Ciwanro”yê di deve devê salwegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” de, çalakiyên berfireh yên teblîxî bi rêve birin.

Rêvîngên emegdar bi rêbaza Demokrat di bajarê “Bokan”a serbilind de, di çalakiyeke berfireh a teblîxî de, trakt û posterên taybet bi 22 yê Pûşperê belavkirin û bajarê Bokanê bi wêneyên “Dr. Qasimlo”yê rêber, xemilandin.

Çalakiyên teblîxî yên bajarê Bokanê di wan cihan de bi rêve çûn: “ nawa yek ji binkeyên Besîc, Pompê benzîna Hebîbzade, Kolanên pişt Mekteb Qur`an, Mecbûr Ava, Elî Ava, Bilwara Azadigan, Sê rêyana Xaweran, Seyîd Şukre, Meydana Fûtbal, kolan û xiyawanên Mirava,’ zanîngeha Êlmî-karbordî, Mîravaya Kevin, Parka Sahilî, Muctemi`a Îdarat a Bokanê, Rêya Sed, û gundên Hemamiyan û Enbar û tarava”.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ di bajarê “Şino”a Demokrat perwer de, bi karê teblîxî bi boneya 22ê Pûşperê, emegnasiya xwe bo rêbaza “Dr. Qasimlo”, dane xuyakirin.

Qehremanên Demokrat di bajarê “Ciwanro”yê de jî, peymana wefadrî digel rêbaz û armancên “Dr. Qasimlo”yê rêber nû kirin û bi nivîsîna diruşman û belavkirina trakt û posteran, çalakiya teblîxî bi rêve birin.

Têkoşerên Demokrat di Ciwanro ya serhilder de, di wan cihane karê teblîxî encam dane: “Beranber Banka Millî, rêya Gewherbaran, Sê rêyana Pasgahê û Emîr ava û binkeya Kerbelaya Sipah”.