
Di vê demsala zivistanê de ji ber barîna berfa zêde û dabîn nekirina hewcehî û pêragihîştinên di vê desala sarr de ji aliyê şaredariyan ve, xelkên bajarên Kurdistana Rojhilat rastî astengiyan hatine.
Pêka zanyariyên serçaveyên agehdar, xemsarî û guhnedan berpirsên rejîmê ên pêwendîdar, berf û bageyê rêya piranyia gund, bajar û navçeyên Kurdistanê qut kiriye.
Li navçeya Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye, ji ber barîna berfa zêde herdu rêyên girêdana vê navçeyê bo bajêr hatine qut kirin û di vê sirr û seqema zivistanê de nexweş jîû li rê de maye.
Wezîfedarên şaredariyên bajarên Kurdistanê, ji ber vernegirtina heqdestê xwe, kar nakin û şeqam û kolanên bajaran ji ber paqijnekirinê ji berfê hatine dagiritn.
Heriwsa bi sebeba sirr û seqemê, rûyê şeqam û kolanên bajaran, zerzelok bûne û tiromibîlên welatiyan lihev xistine, polîsên îdareya Hatin û Çûnê jî, ti alîkariyekê nakin.
Pêka gotinên welatiyan,bi sedema nedana heqdest û nebûna ajotvanê Tiromibîlên paqijkirina rêyan, şeqamên bajarên weke Seqiz,Merîwanê, Sine, Şino û Urmiye ji berfê hatine dagirtin û heta welatî bona birina nexweşan bo nexwexaneyan jî rastî astengiyan hatine.