Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafireke din ya şerî ya Îranê kete xwar

14:55 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Balafira şerî ya F5 li devera “Çimgilik”a ser bi bajaroka Endîmişkê ket xwarê.

Malpera “Dana” bilav kir, ew balafira şerî, ser bi binkeya leşkerî a nêçîrkirinê ya Dizfûlê bûye, û heya bilav bûna vê nûçeyê tu zanyariyek zêde di vê derheqê de, li ber dest de nine.

Ji aliyek din ve, sibêdeya roja yekşemiyê 21’ê Nîsanê, balafirek din ya şerî, ya F5 a rejîm di dema ku xwe ji çiyayê “Fîlman” ya herêma “Abdanan”ê xistibû, kete xwarê û du sernişînên vê balefirê her di cih de hatine kuştin.

Balafira han ya binkeya nîzamî ya rejîma Îslamiya Îranê li Dizfula ser bi parêzgeha Xuzistanê bûye.

Balafirên F5 li welatê Amrîkayê hatine çêkirin, û ew balafirane li serdemê destilatdariya Mihemedriza Şah de ji Amerîkayê hatine kirîn.