Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên şer yê rejîma Sûriyê Dêrîka Hemko bombaran kir

20:57 - 19 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di encama bombebaran kirina bajarê Dêrkê a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê balafirênn şer yê rejîma Beşar Esed ve 10 kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Îro 19’ê Tebaxa 2013’an, di demjimêr 09.30’an danê sibê de balafirên şer yê rêjîma Esed, bajarê Dêrikê a Rojavayê Kurdistanê bombaran kir û di encamê de welatiyek jiyan xwe jidest da û 9 kesên din jî hatin birîndar kirin.

Hate zanîn ku, rêjîma Sûriyê bi helîkopteran nêzî rawestgeha bajêr taxên Taca Sor û Zorava bombebaran kirine.

Ji aliyê xwe ve ajansa Hawarnewsê belavkiriye ku , di encama bombebarana vê sibehê ya helîkopterên rêjîma Sûriyê li ser bajarê Dêrikê de welatiyê bi navê Seîd Umer Hecî 28 salî jiyana xwe jidest daye û 9 kes ku piraniya wan zarokin birîndar bûne.

Hawarnewsê navê birîndaran jî wiha rêz kiriye: (Hewlêr Mihed Ibrahîm (5), Aya Mihemed Ibrahîm (3), Mihemed Ibrahîm (8) ev her sê birayên hevin û ji Taxa Zorava ne, Jiyan Ebas (11), Umer Hesen Murad (12), Yûsif Lehdo (45), Elî Xelîl Sefo, Hemza Îsmaîl Murad(22) ev li nêzî rawestgeha bajêr birîndar bûn e.)

Her weha hate hînbûn ku, helîkopterên rejîmê piştî bombebarana bajarê Dirkê, saet di 10.45’an de berê xwe dan Girkê Legê û gundê Sêgirka Çolê yê girêdayî Girkê Legê bombebaran kir.