Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên şer yên Amerîka firîna bo geşta esmaniye Mahan a Îranê re dijvar kirine

14:11 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2020

Şewa derbas bûyî Balarireke şirketa Mahan ya rejîma Îranê, di esmanê Sûriyê de ji aliyê firokên şerkere Amerîka ve hate neçarkirin ku, ew Balafira Mahanê lezobezo li Firokexana beyrutê bête xwarê û hejmare misafirên wê birîndar bin.

Şewa 23 li ser 24ê Tîrmehê di demekê de ku Balafira Mahan ya Îranê di Esmanê hindayî Sûriyê bo Beyrut ê difirî, 2 Firokên şerker yê Amerîka jê nêzîk bûn, Firokevanê Mahanê ji tirsan bû sedemê lezobezo hatna xwarê ya Balafirê, ku çend kes ji misafiran birîndar bûn.

Demjimêrekê piştî wê bûyerê, Sntgam, Sitada Fermandehiya navendî a Amerîka, bi piştrast kirina nêzîk bûna Firokên Şer yên Amrîka, ragihand ku meqsed ji nêzîk bûna bi Mahanê, tenê bona zaniyariyê bûye û piştî ewê ku xatircem bûne ew Balafir ya misafir hilgire, jê dûr kevtine, ewa xetayê Firokevanê mahanê bûye ku tirsiya ye û bûye sedema birîndar bûna misafiran.

Rejîma Îranê jî tewî piştrast kirina wê bûyerê, ragihand ku ew Firokên şer yên Îsraîl bûne ku esman de devra Mahanê girtine.

Amerîka Hêla Esmanî a Mahanê ya Sipaha terorîste Pastaran dizanin û jêvene bona veguhastina cebirxane û terorîstan tête bikar anîn.