Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê rejîma Îranê li Komra Azerbaycanê, gef li balyozê Îsraîl li wî welatî xwariye

13:42 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Balyozê rejîma Îranê yê li Komara Azerbaycanê “Ebas Mûsewî” gef li balyozê Îsraîlê yê li komara Azerbaycanê yê bi navê“George Deek” xwariye û ew bi “Zarokekî nerawestayî” binav kiriye.

Balyozê rejîma Îranê li Komara Azerbaycanê “Ebas Mûsewî” di berteka wêneyeke “George Deek” Balyozê Îsraîl yê li Komara Azerbaycanê de gotiye: “Xuya ye ku yekem sehyonîstê xirab, ji aliyê xelkê Tewrêzê ve bê bin ax kirin, da ku ti carî ji hêla sora me derbas nebe”.

“George Deek” Balyozê Îsraîl yê li Komara Aezrbaycanê wêneyeke xwe ku pirtûka “Efsaneyên Sêhravî yên Tewrêzê” dixwîne li ser tora civakî ya “Twitter”ê belav kiribû û gotibû: “Bi xwendina vê pirtûkê gelek zaniyarî li derheq dîrok û çanda Azerbaycanê hîn bûme.

Malpera “Nûr News” a girêdayî rejîmê gotinên “Ebas Mûsewî belav kiriye û nivîsiye: “Ev bersivek micide bona nerawestan û fitneyên Balyozê Îsraîlê”.

Bi wî awayî Baloyzê rejîma terorîstperwer a Îranê gef kiriye ku dê wî Balyozê Îsraîlê binax bike, anku ev gotin wateya kuştinê dide.