Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Swêdê li Tehranê jialiyê Wezareta Derve ya rejîma Îranê ve hate gazîkirin

12:19 - 3 Gulan 2022

Wezareta Derve ya rejîma Îranê li derheq dadgehîkirina Hemîd Nûrî li Swêdê, balyozê wî welatî li Tehranê gazî kir û daxwaza dawîpêanîan bi dadgeha “Hemîd Nûrî” û serbestkirina wî kiriye.

Wezareta Derve ya rejîma Îranê bi gazîkirina Balyozê Swêdê li Îranê, tewî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq dadgehîkirina Dadwerê berê yê rejîma Îranê “Hemîd Nûrî” daxwaza dawîpêanîna bi dadgeha navbirî û serbestkirina wî kiriye.

“Hemîd Nûrî” bi sedema encamdana cinayet û kuştina hepsiyên siyasî di sala 1988 an de li dadgeha Swêdê de hatiye dadgehîkirin û di vê dadgehê de daxwaza hepsa heta hetayî bo wî cinayetkarî hatiye kirine.

Hemîd Nûrî li sala 2019an li balafirxaneya bajarê Stêhkolma paytextê Swêdê bi sûçê  beşdarî lî îdamkirina girtiyên siyasî li sala 1988an hatibû binçavkirin.

Çend rojan berî niha Wezareta Derve ya Swêdê daxwaz ji xelkê Swêdê kiriye ku ji serdan bo Îranê xwe biparêzin.