Balyozxaneya Îsraîlê li daxuyaniyekê de ragihandiye ku, yek ji rêvîngên balafira destbiserdegirtî ya Îranê ya li “Arjantîn”ê, endamê Spaha Qudis a terorîst bûye.
Roja Pêncşemî 16`ê Hezîranê Balozxaneya Îsraîlê li derheq çalakiyên kompaniyên balafirvanî yên Îranê yên weke “Mahan Air û Faris Qêşim Air” li “Amerîkayê” nîgeraniya xwe nîşan da û ragihand, kompaniyên han digel Spaha Qudis bo veguhastina çek û cebilxaneyan hevkariyê dikin.
Her di vê derheqê de, Wezîrê Ewlehî yê “Arjantîn”ê berê ragihandibû ku, karmendekî balafira destbiser de girtî ya Îranê yê bi navê “Xulamreza Qasimî” berê Fermanderê Spaha Qudis bûye, û li danîna bombeyê li “Amiya”yê de rol hebûye û destûra binçavkirina navnetewî ya wî hatiye dan.
Herwisa Balyozxaneya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku, destbiserdegirtina wê balafira rejîma Îranê nîşana hewlên rejîmê bo berfirehkirina nifûza xwe li tev cîhanê, nemaze Amerîkaya Başûr û çêkirina binkeyên terorê li wî welatî de ye.
Wezareta Ewlehiya “Arjantîn”ê roja Şemî 11`ê Hezîranê ragihand ku, dest bi ser balafira cora“Buyîng 747”ê li balafirxaneya bajarê “Buenos Aires” de girtiye ku ew balafir di bin dorpêçên Amerîkayê de bûye, û ew balafir ya kompaniya “Mahan Air” ya rejîma Îranê bûye.