Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora dorpêçan, beşa derzî-dermanan jî bi xwe ve girt

18:06 - 26 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Kêşeyên darayî nexweş tûşî kêmiya kelûpelan kirin.

 Mehmûd Cabarwend berpirsê encumena duxturên çav li Îranê derheq xirabiya rewşa nexweşan bona bidestxistina kelûpelan hişdarî daye û ragehand: Bikaranîna hinek kelûpelên dermanî di nexweşxaneyan de hatiye sînordarkirin.

Navbirî herwisa sedema berbirûbûna nexweşxaneyan digel dabînkirina kelûpelên hewce, piraktîzenekirina qewl û sozan ji aliyê navnedên bîme ve ragehandiye, û gotiye: Bikaranîna hinek kelûpelên dermanî di nexweşxaneyan de hatiye sînordarkirin.

Ji aliyekî din ve jî Daryoş Arman berpirsê rejîma Îranê di encumena piştevaniya ji nexweşên gurçikan bi sedema dorpêçan, û kêmiya 2500 dezgehên diyalîzê di Îranê de ragehand, û bas ji vê kir ku nirxa dezgehên diyalîzê jî %50-100 bilind bûye.

Navbirî serbarê dorpêçan, sedemên din jî wekî paşekevtkirin yan pêşîgirtin ji azadkirina dermanan ji aliyê gumrikê ve wekî sedema kêmbûna dermanan zaniye û ragehandiye: Her sal 400-500 nilyard Tûmen bo hinek ji dermanên ne hewce ên wekî: Antî biyotîkan bi kar tê, û pêdagirî jî kir li ser vê ku dewlet dikare vî xercî bo nexweşxaneyên gurçikan danê.

Her di ve derheqê de Mêhdî Bîgdilî cihgirê berpirsê xwarin û dermanên zankoya pizişkî ya parêzgeha Zencanê ragehandiye: Hekî pêştir di dabînkirina 50 cureyên dermanan de me kêşe hebûye, niha ew rêjeya vedigere bo 100 cureyan.

Lîsa Estîknî berdevkê Farsîziman ê Wezareta Derve a Amerîkayê di gotûbêjekê de derheq awartebûna  dorpêçan ragehandiye:

Di gera yekem ya dorpêçan de li ser kelûpelên mirovî hinek taybetmendî û cudahî hene, û li gora gotina navbirî derman û kelûpelên pizişkî di lîsta dorpêçên Amerîkayê de nînin, sedema kêmiya dermanan û hewcehiyên pizişkî jî vedigerin ser daketina nirxa diravê Îranê û  kêrnehatîbûna rejîmê bo dabînkirina van kelûpelan.