Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora dorpêçan li ser Îranê/ kêmkirina çekên leşkerî bo Sûriyê

17:04 - 20 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Gemaroyên Amrîkayê û yeketiye Ewropa bandora xwe li ser alîkariya nîzamî a Îranê bi welatên hevpeyman di deverê de daniye.

Li gor nûçegehaniya “Alarabiya” ragehand, Dêywîd Kohin, Cêgirê Wezîrê Darayî yê USA\'ê ragehandiye, dorpêçên civaka cîhanî û bi taybet Amrîka û yeketiy Ewropa hemberî rejîma Îranê ji qudreta wî welatî bo alkariya çekên nîzamî bi hevpemanê xwe li deverê de kêm kiriye.

Kohin got: “Îranê weke berê nikarî piştevanî û alîkariya Hizbulla Lubnanê û Hemsê û rejîma Beşar Esed bike û bo wan çekên nîzamî rêke”.

Fişara zêdetira malî li ser Îranê li rêya welatên yekbûyî ji aliyê civaka cîhanî û rewşa nebaşa abûriya navxweya Îranê bûye baîs ku alîkarî û piştevaniya malî û leşkerî ya rejîma Îranê ji wan giropên hevpeymanên Şî’e di deverê de kêm be.

Cêgirê Wezîrê Darayî yê Amrîkayê “Dêywîd Kohin” bi teqez ji domkirina tehrîman li ser petrolê got: dorpêçên abûrî li ser Îranê, bandorekî ber çav hebûye.

Çend roj berî niha, hikûmate Amrîkayê di reşnûsekê de ragehand, Firotina Zêr bi Îranê qedexe ye, herweha du kompanya li “Dubeyî” bi sûça alîkarî kirina rejîma Îranê xiste naw lîsta dorpêçan de.

Li gor dawî yasaya ku ji aliyê amîkayê hat pesendkirin di meha “Hezîran”ê ve tu welatek nikarê pêywendiya kirîn û firoştina zêr li gel Îranê hebe.

Li gor vê yasayê her welatek wê biryarê binpê bike dikeve nav lîsta gemroyên Amrîkayê.

Her divê pêywendiyê de hikumeta Amrîkayê du kompanya “Elhelal û Elfeda” di Dubyî yî bi sûça pêywendiya bazerganî li gel rejîma Îranê xiste nav lîsta dorpêçan.