Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bane/ Kurdek hat birîndarkirin

12:46 - 19 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hemwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Bane, kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên rejîma Îranê û di encam de bi tundî hat birîndarkirin.
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilavkir, hevwelatiyeke Kurd bi navê Reuf Rizayî xelkê Bane, roja 16\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, li bajarê Bane a ser bi parêzgeha Sine, ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve dane ber gulleyan û di encam de hat birîndarkirin.
Hêzên rejîm paş teqekirin bi hemwelatiyê han, di dema zivirînê bo gundê Kanîberdê bo yek ji nexweşxanên bajarê Sine veguhastin.
Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê hemwelatiyê han bi gumana hilgirtina kelupelê qaçax, dane ber gulleyan.
Her di vê pêwendiyê de çend roj ber niha hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Nodşe, hemweltiyeke Kurd yê vî bajarî bi navê Burhan Îlxanî dane ber gulleyan.

Hemwelatiyê han paş birîndarbûnê bo yek ji binkên dermaniya bajarê Kirmanşan veguhastin.