Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bang ji xelkê hate kirin ku mezintirîn xwenîşandanê di Îraqê de bi rê ve bibin

11:21 - 25 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Moqteda Sedir, daxwaz ji Xelkê Îraqê kir, daku li dijî desthilata wî welatî roja Înê xwenîşandan birêve bibin.

Moqteda Sedir melayê xwedî bandor yê Şî`e, çend rojekan beriya niha daxwaz ji xelkê Îraqê kiribû ku bona xwedî derkevtin ji xwîna kuştiyên xwenîşandanan, roja Înê mezintirîn xwenîşandanê birêve bibin.

Hevdem civata Asayişa Îraqê biryar da ku, rê nede xwenîşandanan daku ji rêya aştîyê ve derkevin û alozî biafirînin.

Ji bo bersiv da bi banghêjiya Moqteda Sedir, her li şeva derbasbûyî ve, xelk hatine ser şeqaman.

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, tekez dike ku, xelkê welat, daxwaza maf û xizmetguzariyan dikin û em jî guhdariya wan dikin.

Adil Ebdûlmehdî, şeva derbasbûyî, di gotarekê de ragehand: Divê hêzên ewlekariyê di amadebaşiya temam de bin.

Ebdûlmehdî got: Em daxwazê gel guhdarî dikin û dê cîbicî bikin.

Xwenîşandana çend hefteyên derbasbûyî ya xelkê Îraqê zêdetir bi dijî nifûz û destêverdana rejîma Îranê di Îraqê de bû.

Tê gotin ku piraniya kuştiyên di aloziyên Îraqê de, ji aliyê hêzên Heşda Şe`ibî û tektîr avêjên Spaha Pasdaran ya terorîst ve bûye.