Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangewaz/ Komîsyona Teşkîlat: Xelkê Kurdistan bila bi vê hereketa nerizayetiyê, em yad û bîra qurbaniyên destê tawan û terorîzmê bikne hêvina yekrêzî û hevxebatiyê

16:16 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ bi boneya 24’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bangewazek rû li xelkê Kurdistanê bilav kir.


Deqê bangewazê ye:


Xelkê emegdar ê Kurdistanê!

Endam û alîgirên PDKÎ!
Di roja 22’ê Pûşpera 1368’an a Rojî, hemberî 13’ê Tîrmeha sala 1989’an de, dîplomat terorîstên rejîma Îranê li bajarê Viyenê bi pîlanek ji pêşde darêtî û li ser maseya gotûbêjê, Dr. Qasimlo sekreterê giştî ê PDKÎ û kak Ebdullah Qadirîazer endamê komîteya nawendî û nûnerê PDKÎ li Ewropa û Dr. Fazil Resûl kirine armanca gulleyan û şehîd kirin. Di rastî de rejîma Îranê bi vî karî li hember niyazpakî û pirensîpa aştîxwazane ya Dr. Qasimlo bi armanca çareseriya aştiyane ya pirsa neteweyî, riya terorîstî girte pêş û bi vê kiryarê û gellek kiryarên din ên wusa, li derheq cudabîran û neyaran di navxwe û di derveyî welat, “terorîzm” kire nasname û siyaseta hertimî û fermî a xwe, siyasetek ku pêvajoyek bê veqetiyan di warê tepeseriya cudahizran, tekoşeran û azadîxwazên welatê me li pey bû.
Xelkê welatperwer ê Kurdistanê!

Li bereberê 24’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, her wek salên berê bona rêzgirtina ji xebat û tekoşîna şehîdên Viyenê, û nîşandana emegdariyê bi rêbaza wan, û herweha bona mehkûmkirina terorîzma Komara Îslamiya Îranê li hemû xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê daxwazkar in ku li 22’ê Pûşpera îsal de bi her şêweyekê û li her cihekê ji destê wan tê, bi berçavgirtina wan xalên jêrîn nerizayetî û bîra hevxebatiya xwe eşkere bikin:
-Lixwekirina kincên Kurdî

-Bilindkirina alaya Kurdistanê û mifahwergirtina ji rengê şîn ê esmanî bi şêweyên curbicur
-Vemirandina çirayên malan bo heyamê sê deqeyan li saet 11’ê şevê bi dema Tehranê (li şeva 22’ê Pûşperê de)
Bila bi vê hereketa nerizayetiyê,em yad û bîra qurbaniyên destê tawan û terorîzmê bikne hêvina yekrêzî û hevxebatiyê, û her wek derbazbûyî em biselimînin ku rêbaza Qasimloyê rêber, rêbaza neteweyî 30 ـ demokratîk a neteweya xabatkar û mafxwaz a Kurd e, bila bi emegdarî ve, em emegdariya xwe bi rê û şopa şehîdên Viyenê çend carî bikin û bi helwesta cesûrane û bîra şoreşgêrane a xwe li hemberî dujminên azadiyê de berxwe bidin, û yad û bîra şehîdên 22’ê Pûşperê bilind ragirin.
Wefadarî û berdewamî bo rêbaza şehîdên Viyenê
Serkevtin bo tevgera neteweyî ـ demokratîk a xelkê Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîsyona Teşkîlat
Pûşpera 1392’an a Rojî
Tîrmeha 2013’an a zayînî