Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangewaziyek bi boneya çileya şehîdbûna du hevwelatiyên Yarsan

22:45 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Rêxistina Yarî Kurd bangewaziyek bi boneya çileya şehîdbûna Nîkmerd Tahirî û Hesen Rezewî du welatiyên Yarsan bilivkirin.
Nusxeyek ji vî bangewaziyê bi malpera Kurdistanmedia gehiştiye û daxwaz li hevwelatiyan hatiye kirin ku roja pênçşemî berwara 11’ê Tîrmeha 2013’an, li ber deriyê ostandariya bajarê Kirmanşanê kom bibin û narizayetiya xwe derbibirin.

Deqa bangewaziyê:
Xuşk û birayên Yarsanî

Nîzîk bi 40 roj bi mirina diltezîna 2 Ciwnên Yarsanî li agirê nadaperwerane û na yeksanî de derbas dibe, lê heya niha rejîma Îslmiya Îranê tu bersivek bi daxwaza mafê xelkê Yarsanan nedaye jiber vê daxwaza xelkê Yarsan dikeyîn roja pênçşemî li ber deriyê ostandariya Kirmanşanê kom bibin.

Her divê pêwendiyê de xelkên bajarê Îlam û Sine jî bo pêşwaziya li daxwaza mafê xelkê Yarsan biryar dane ku di vî rojê de tevlî civînê bibin.
Hevwelatiyên han çi bikarin civînê birêve bibin û çi nekarin, kiryara wan bo hemiyan cihê rêz û şanaziyê ye. Divê rastê de aso û omîdekî nû tevî hevelatiyên Kurd çêdike û xelkê Yarsan tu caran ev karê wan jibîr nake.
Civaka Yarsan sipasê gelê Kurd, bi xasmanî xelkê Îlam û Sine dike.

Seîd Ferhad Heyîderî
Rêveberê rêxistina Yarî Kurd